
Ağrı
Li Xamura navçeya Agiriyê berfê rêya gund girt û jineke ducanî bi ambulansa bipalet gihandin nexweşxaneyê.
Çîgdem Karagoza 25 salî ya li gundê Karacayê dijî dema wê ya welidandinê hat aciz bû û sanciyên wê dest pê kir.
Ji ber ku berfê rêya gund girtîbû malbatê cab da nexweşxaneyê.
Tîmên Tenduristiyê yên Rewşa Acil a 112yê bi ambulanseke bipalet va xwe gihandin gund û ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.
Ji hêla din ambulanseke din ya ku di rê da asê mabû jî bi saya vê ambulansa bipalet ji berfê hat derxistin.