Li Adiyemanê 2 komên ku dijmintî di nava wan da hebû pevçûn, di encamê da 8 kes birîndar bûn.
Li ber devê deriyê edliyeyê nîqaşa di navbera 2 koman da veguhêzî pevçûna bi kêr, kevir û daran.
Ekîbên Tenduristiya Acil 8 kesên ku di pevçûnê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hêzên ewlekariyê li ber devê deriyê edliyeyê tedbîr şidandin.