Li Adiyemanê zarokên ku ji germa zêdê aciz dibin, danê êvarê di parkên lîstîkê yên avê da hênik dibin û kêfa havînê dikin.
Li bajêr germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe, lê germahiya ku meriv pê dihese digîhêje 45 pileyan.
Bandora germê ya neyînî li ser jiyanê çêdibe û bi taybetî danê nîvro kuçe û kolan ji merivan xalî dibin.
Welatiyên ku ji germê aciz dibin piştî ku tav hinekî kêm dibe, diçin park û cihên hêşîn.
Malbat tên Baxçeyê Milet a Çemê Egriyê dema xwe derbas dikin, zarok jî li parka lîstîkê ya avê ya Şaredariya Adiyemanê bi avê va dilîzîn û hênik dibin.
Ev park havînê ji bo welatiyan cihekî girîng e, zarokên ku tên vê parkê û dilîzin jî dîmenên xweş û rengîn derdixin holê.