Jiyan

Li Adiyemanê tama edetî ku di firûna kevir da tê pehtin: Peksîmet

Li Adiyemanê "peksîmet" ku ji tamên herî sereke yên edetî ye, ji bo tûrikê xwarinê yê xwendekaran, rêwîtiyên dirêj û herwiha li kêleka çay û qehweyê tê tercihkirin

Önder Beyter   | 15.01.2020
Li Adiyemanê tama edetî ku di firûna kevir da tê pehtin: Peksîmet

Adıyaman

 Li Adiyemanê pêxwarina bi navê "peksîmet" ku ji tamên edetî yên sereke yên bajêr e, pêşiyê ar, şîr û celeb celeb baharat bi hev ra tên vestirîn û dû ra di firûna kevir da tê pehtin. Taybetiyeke peksîmetê jî ew e ku 3 an jî 5 mehan dimîne.

Peksîmeta ku ji bo tûrikê xwarinê yê xwendekaran, rêwîtiyên dirêj û herwiha li kêleka çay û qehweyê tê tercihkirin ji arê biqalik, şîr, rûn, şekir, anason û celeb celeb biharatan va tê çêkirin.

Ev melzemeyên navborî pêşiyê bi hev ra tên vestirîn û dû ra ji bo ku hil were, 5 an jî 6 saet tê sekinandin. Hevîrê hilhatî bi kirdanekê tê vekirin û mîna pariyên peqleweyê di siniyan da tên birîn.

Peksîmeta ku di firûnên kevir ên kevnar da nîv saetê tê pehtin ji aliyê welatiyan va gelekî tê tercihkirin.

Xwediyê kargehê Erdal Ozbey di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku peksîmet tameke resen a Adiyemanê ye û herwiha ji ber ku pir bitam e welatî jî jê hez dikin.

Ozbey herwiha bal kişand ku ew di çêkirina peksîmetê da berhemên xwezayî diemilînin û wiha got, "Peksîmet di navbera 3 an jî 5 mehan da dikare bimîne, kartû nebe."

Mişterî Omer Saglamê 70 salî jî diyar kir ku tama vê berhema ku li Adiyemanê berhemeke resen e pir xweş e û wiha dewam kir, "Ez ji bo peksîmetê her roj têm firûnê. Tama kevnar ji bo tenduristiya min pir mefadar e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın