Jiyan

Li Adiyemanê berhevkirina fistiqan dest pê kir

Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê berhevkirina fistiqan dest pê kir.

İbrahim Atmaca   | 23.09.2020
Li Adiyemanê berhevkirina fistiqan dest pê kir ( Gölbaşı Kaymakamlığı - Anadolu Ajansı )

Adıyaman

 Li Golbaşiya navçeya Adiyemanê berhevkirina fistiqan dest pê kir.

Li Gedîkliya gundê ser navçeyê hilberîneran dest bi berhevkirina fistiqan kir û ji ber xêr û bereketa îsal rûyê wan geş e.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Erdal Yilmaz daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir îsal rekolteya fistiqan zêde ye.

Yilmaz diyar kir, li navçeyê ser 37 hezar dagarî darên fistiqan hene û wiha dewam kir: "Li navçeya me di nav cureyên fêkiyan da fistiqa Antebê cihekî girîng digre. Weke 'Ben' an jî 'Gevel' tê binavkirin û ji bo çerez e. Bihayê wê vê gavê di navbera 18 û 22 lireyî da diguhere."

Qaymeqamê Golbaşiyê Mutlu Koksal jî beşdarî xebata berhevkirina fistiqan bû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın