Jiyan

Li 5 bajarên rojhilatê tavî û teyrok tê payîn

Li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn

İbrahim Atmaca  | 23.09.2018 - Rojanekırın : 24.09.2018
Li 5 bajarên rojhilatê tavî û teyrok tê payîn

Erzurum

ERZURUM 

Li 5 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa kêmewrayî û paşê ewrayî û piştî nîvro jî li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê tavî û teyrokê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê, 3, li Agiriyê 4, li Erzirom û Erdexanê 5, li Îdirê 10, li Erzincanê 12 û li Tunceliyê 14 pile hat pîvan.

Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 31, li Îdir û Erzincanê 27, li Agiriyê 23, li Erzirom û Qersê 22 û li Erdexanê 19 pile be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.