Jiyan

Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran

Fahrettin Gök  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
Li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran

Erzurum

Hat ragihand ku li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir û Erdexanê hewayê ewravî be baranê bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Li bendê ne ku piştî nîvro li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir û Erdexanê bi navber şilî bibare.

Li herêmê germahiya hewayê ji ya demsalê zêdetir e û bayê ji aliyên başûr û başûrê rojava ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 6, li Erziromê 7, li Agiriyê 9, li Erzincanê 11, li Tunceliyê 14 û li Îdirê 15 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tuncelî û Îdirê 30, li Erzincanê 27, li Agiriyê 26, li Erziromê 24, li Qersê 22 û li Erdexanê 21 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın