Jiyan

Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 645 gund û taxan ji ber berfê girtî ne

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 645 tax û gundan hat girtin.

Türkan Tosun  | 11.02.2020 - Rojanekırın : 12.02.2020
Li 4 bajarên Rojhilatê rêya 645 gund û taxan ji ber berfê girtî ne

Van

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber hewayê li bajêr rêya 294 tax û gundan hatin girtin.

Tîm berfa li bajêr paqij dikin û ji bo rê bên vekirin dixebitin.

- Mûş

Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajar Nîhat Rençber daxuyand ji ber berf û bagerê rêya 125 gundan hatin girtin.

Ekîbên Şaredariya Mûşê jî berfa li kuçe û kolanan paqij dikin.

Li ser rêya Mûş û Bidlîsê jî ji ber ku mij û dûman heye welatî zehmetiyê dikşînin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ji ber berf û bagerê li navenda Bidlîsê û navçeyan rêya 153 tax û gundan hatine girtin.

Kurtkan got ji bo verkirina rêyan xebat tên kirin, ekîb ji bo rewşa acil jî amade disekinin.

Ekîbên şaredariyê û rêbejayê ji bo ku di hatin û çûyînê da pirsgirêk çênebe xebatên xwe didomînin.

- Hekarî

Li Hekariyê ji ber berf, şepe û bagerê rêya 17 gundan û 56 mezrayan hatin girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr berfê paqij dikin ku rê bên vekirin.

- Ji Meteorolojiyê hişyariya şepe û qeşayê

Li gor daxuyaniya ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Bişev û serê sibê qeşa û cemed wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va car caran ba wê rabe.

Bi roj germa hewayê di binê sifrê da li Bidlîsê 9, li Hekariyê 8, li Mûşê 6 û li Wanê jî 5 pile tê payîn.

Li giştiyê herêmê ji ber talûkeya qeşa, hişkî û şepeyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın