Jiyan

Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf û baran tê payîn

İlhami Erkılıç  | 09.05.2021 - Rojanekırın : 09.05.2021
Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê berf û baran tê payîn

Erzurum

ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers û Erdexanê li cihên bilind berf û baran tê payîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û dem demî jî pir ewrayî be, baraneke gur wê bibare.

Ji êvarê pê va li Erzirom, Qers û Erdexanê barana gur, şilope û li cihên bilind jî berf tê payîn.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da kêm be, ji hêla bakur bayekî nerm wê rabe, carna jî wê nîveqewî dewam bike.

Li herêmê bi şev germa herî kêm li Erdexanê û Qersê 6, û li Erziromê û Agiriyê 7, li Erzincanê 11 û li Îdirê jî 13 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 30, li Agiriyê 21, li Erzincanê 20, li Erziromê 19, li Qersê 18 û li Erdexanê jî 16 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın