Jiyan

Lewanteyên ku li gundewarên Mêrdînê hatin danîn ji bo jinan bûn deriyê nan

Piştî ku perwerdeya danîn û dirûna lewanteyê sitandin, 60 jinên destteng hatin îstixdamkirin. Jinên îstixdamkirî şitlên 800 hezar û 400 lewanteyan danîn û bi kelecanî li hêviya roja dirûnê ne.

Önder Beyter,Abdullah Tel,İbrahim Atmaca   | 14.01.2021
Lewanteyên ku li gundewarên Mêrdînê hatin danîn ji bo jinan bûn deriyê nan

Mardin

 Li Mêrdînê lewanteyên ku bi hevkariya wezaretên Pîşesazî û Teknolojiyê, Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî û her wiha Çandinî û Daristanê li gundewarên 5 navçeyan hatin danîn, ji bo 60 jinên destteng bûn deriyê nan.

Di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Pêşketina Civakî (SOGEP) da, ku di hîmayeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da ji hêla Ajansa Pêşketina Dîcleyê (DÎKA) tê birêvabirin, ji hêla Midûriyeta Malbat Xebat û Xizmetên Civakî ya Parêzgeha Mêrdînê "Projeya Jina ku Karê Dinyayekê Dike" ya ku budceya wê 3 milyon lire ye, hat cîbicîkirin.

Di çarçoveya projeya ku li navçeyên Artuklu, Dargeçît, Nisêbîn, Omerlî û Dêrikê bi piştgiriya Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, qaymeqamtî û şaredariyên navçeyan tê meşandin da perwerdeya danîn û dirûtina lewanteyê dan 200 jinên 18-45 salî yên destteng.

Ji jinên perwerdekirî 60 jê di "Korperatîfa Jina ku Karê Dinyayekê Dike" da hatin îstixdamkirin.

Jinan li 5 navçeyan li ser 1020 dekar erdî şitlên 800 hezar û 400 lewanteyan danîn.

Jinên ku ji niha va bûn xwedî dahat, li benda roja dirûnê ne.

- "Piştî 2 salan emê ji lewanteyên li van baxçeyên rûn derxînin"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Menduh Dînler daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi vê projeyê tê xwestin jinên li herêmê ji hêla aboriyê va xurt bibin û zeviyên nayên ajotin jî bila beyar nemînin.

Dînler got ku axa Mêrdînê ji bo lewanteyan bi kêr tê û wiha domand: "Bi îzna Xwedê du sal bi şûn da emê ji lewanteyên li vê derê rûn derxînin. Ji lewanteyên dekarekî hatine rakirin wê qasî 6-7 lître rûn derkeve. Ev jî wê bi kêr bê."

Şêwirmendê projeyê hîndekar Medet Korkmuş diyar kir ku ew di çarçoveya projeyê da wê piştgiriyê bidin jinan û bo her jinekê 17 donim zeviyên lewanteyê cihê kirin.

Korkmuş destnîşan kir ku navê projeyê "Projeya Jinên Dinyayekî Ava Dikin" e û wiha domand: "Lê di eslê xwe da ev bergîdana 60 dinyayî ye lewra jinek di heman demê da malbeteke, malbatek jî dinyayek e. Ev xebat ji bo vîzyona qadên gundewar a 2023an jî mînake ku zeviyên beyar bi kêrî çandiniyê bên û bên ajotin. Li deverên lewante tên ajotin çandiniya organîk jî pêkan e bê kirin. Di dema xebatên ceribandinê da me ji lewanteyên donimek erdî derdiketin herî kêm 6 û herî zêde jî 15 lître rûn derdixist."

Di axaftina xwe da Korkmuş destnîşan kir ku Mêrdîn devereke germ e û ji ber vê taybetiya xwe jî mimkun e salê du caran lewante bê rakirin û dema lewante şîn bibin jî wê zevî gelekî xweş xuya bikin.

Korkmuş ragihand ku baxçeyên lewanteyan wê ji bo bû û zava û wênekêşan bibe navenda wêne kişandinê.

Seroka Koperatîfê Canan Çokdoganê jî diyar kir, bi projeyê ra jin ketin nava jiyana civakî û aborî û ew dixwazin li Mêrdînê îstixdama jinan zêde bikin.

Çogdoganê wiha xeberda, "Li herêmên dezavantaj me îstixdama jinên dezavantaj pêk anî. Bi taybetî jî me li navçeyên me yên ku koçberî lê çêdibe, lewante çand. Jinên me wê hem debara xwe bikin hem jî piştgiriyê bidin aboriya welêt."

Ji jinan Gulistan Dagliyê diyar kir, ew kêfxweş in ku li zeviyê hilberînê dikin û wiha axivî: "Bi vî hawî xebitandina axên me pir baş e. Ji dêvla ku merivên me wekî karkerên demsalî herin bajarên cuda, li ser axa xwe hilberînê dikin û kêfxweş dibin. Em dixwazin ku bêhna lewanteyê ji her derê were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın