Jiyan

"Laleya Mûşê wê bibe deriyê dahatê"

Zanîngeha Mûş Alparslanê ji bo ku laleya Mûşê li hev were zêdekirin û li piyaseyê were firotin xebat da destpêkirin

İbrahim Atmaca   | 15.05.2019
"Laleya Mûşê wê bibe deriyê dahatê"

Muş

Zanîngeha Mûş Alparslanê ji bo ku laleya Mûşê li hev were zêdekirin û li piyaseyê were firotin xebat da destpêkirin.

Di çarçoveya "Proyeja Seleksiyon, Islah û Zêdekirina Cureyên Laleya Mûşê" ya ku zanîngehê amade kir da ekîb wê li ser eraziyên Midûriya Giştî ya Dezgeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê pîvaz û koka laleyan berhev bikin.

Meqseda xebatan ew e ku laleyên li deşta Mûşê hêşîn dibin û herêmê gevez dikin, ji bo Mûşê bibe deriyê dahatê. 

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Mûşê û Dekanê Fakulteya Zanistên Tetbîqkirinê Prof. Dr. Yaşar Karadag got ku wan ji bo laleyên Mûşê projeyek pêşkêşî Navenda Tetbîq û Lêkolînê ya Laleyê kir û wiha dewam kir, "Laleya Mûşê nebateke endemîk e. Ji bo ku ev nebat li hev zêde bibe me xebat da destpêkirin. Em ê payîzê pîvaz û kokên laleyan daynin û li hev zêde bikin."

Karadag destnîşan kir ku laleya Mûşê li Wan û Agiriyê jî hêşîn dibe û wiha dewam kir:

"Dilê me heye em ê laleya Mûşê li hev zêde bikin û weke Hollanda dike em jî pîvazên wan li piyaseyê bifroşin. Lale wê di paşerojê da ji bo dahata Mûşê bibe çavkaniyeke girîng. Ev destpêk e. Li welatê me Konya di serî da çend fîrmayên taybet ji 70 cureyî zêdetir laleyan datînin. Lê çandiniya laleya Mûşê nayê kirin. Laleya Mûşê cisnekî taybet e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın