Ekrem Payan
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Erkan Sakê 25 salî yê ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê dema masî digirt ket Çemê Xabûr û di ro da çû di roja sêyemîn da berdewam dikin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo Sakê duh li herêma Komatoyê ya gundê Taşarasiyê dema ku tevî hevalên xwe masî digirt ket Çemê Xabûrê û ro da çû, îro serê sibehê ji nû va dest pê kir.
Lêgerîn bi beşdariya Xizmetên Bijîşkî yên Lezgîn ên 112, AFAD, tîmên cendermeyan, tîma xozneber a Fermandariya Koma Binavê ya Daîreya Polêsan a Navçeya Tatwanê û personelên Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Binavê ya Diyarbekirê berdewam dike.
Makîneyên giran ên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo şikandina kevirên mezin ên di çem da dixebitin da ku herikîna avê kêm bikin.
Hat hînbûn ku bi qasî 3 kîlometreyan çem bi bikaranîna dronên binav û rûberî hatiye lêgerîn, xebat gihîştiye heta Pireya Xabûr 2 ya li gundê Taşarasiyê ku nêzîkî sînorê Iraqê ye.