Jiyan

Kupqirana Navenda Xweşiqitandinê li benda ziyaretvanên xwe ye

İbrahim Atmaca  | 26.01.2021 - Rojanekırın : 27.01.2021
Kupqirana Navenda Xweşiqitandinê li benda ziyaretvanên xwe ye

Ağrı

 Li Kupqirana Navenda Xweşiqitandinê ya li Agiriyê ya ku îsal pîstên wê nû kirin qerebalixiya betlaneya nava salê heye.

Di çarçoveya 2 milyon lireyê Ajansa Pêşketina Serhedê dabû da Îdareya Taybet a Bajêr û Walîtiyê proje amade kirin û pîstên navenda xweşiqitandinê dirêj û fireh kirin. Li navendê qalindahiya berfê ji çokekê derbas bû û gihîşt mêtroyekê.

Çûyîn û hatina navenda bi nêzîkbûna navenda bajêr va balê dikişîne gelekî hêsan e, li navendê bi roniyên şevê va bi şev jî dikarin xwe bişiqitînin.

Li navendê kesên dixwazin perwerdeya xweşiqitandinê bibînin bi alîkariya hîndekaran va xwe dişiqitînin, gelek zarokên bi malbatên xwe ra hatin navendê jî têra dilê xwe dişiqitin.

Oguzhan Hançerê hezkiriyê xweşiqitandinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêma sar bi şiqitandinê ji stresê xilas dibin.

Hançer diyar kir ku ligel sermayê şa dibin û wiha pê da çû: "Îsal berf dereng barî û sezonê dereng dest pê kir. Ji ber ku hewa sar e me pêşiyê cesaret nekir. Îro hewa dakete 15-20 pileyên binê sifirê û hewa hinekî germ bû. Germahiya hewayê ya li herêmê pê dihisin 40 pileyên binê sifirê ye. Kêm û zêde 5 sal şûnda hewa ewqasî sar bû."

Eda Yilmaza werzişvan jî got ligel sermayê xwe dişiqitînin û dema xwe bi kêfxweşî derbas dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.