Kratera Tendûrekê û gola wê li benda keşifkirinê ye
Krater û gola kraterê ya li ser Çiyayê Tendûrekê ku dikeve navbera sînorê Agirî û Wanê, li benda keşifkirinê ye
Abdullah Söylemez
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
photo: Abdullah Söylemez / AA
AĞRı
Krater û gola kraterê ya li ser Çiyayê Tendûrekê ku dikeve navbera sînorê Agirî û Wanê, li benda keşifkirinê ye.
Çiyayê volkanîk ê Tendûrekê dikeve navbera Giyadîn û Dogubazîda navçeyên Agiriyê û Çaldêrana navçeya Wanê û raqima wê 3 hezar û 500 e. Kratera ser tepa çiyê û gola kraterê ya ku dikeve rojhilata çiyê, bi bedewiya xwe ya siruştî balê dikişîne.
Çiyayê ku çend roj berê mazûvaniya "Şampiyontiya Enduro û ATVyê ya Tirkiyeyê" kir, bi erdnîgariya xwe ya dijwar û berfa xwe ya nehelyayî va derdikeve pêş.
Wêne : Abdullah Söylemez/AA
Serokê Beşa Coxrafyayê ya Zanîngeha Agri Îbrahîm Çeçenê Prof. Dr. Alperen Kayserîlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê herî dawî lav di sala 1855an da ji Çiyayê Tendûrekê herikî û belayî qadeke berfirek bû.
Kayserîlî wiha axivî, "Dema ku li Tirkiyeyê qala gola kraterê tê kirin, Nemrûd tê bîra meriv. Li Tendûrekê jî li ser kratera ku em jê ra Tendûreka Piçûk dibêjin û 3 hezar û 200 mêtre bilind e, gola kraterê heye. Heke pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hinekî din jî xurt bibe, înşeallah ev der jî wê di demeke nêz da ji bo turîzmê were vekirin. Ji bo vê hêviyeke me ya mezin heye."
Kayserîlî destnîşan kir, di nava sînorên Agiriyê da çiyayên volkanîk ên wekî Sîpan, Tendûrek û Agiriyê hene û ev çiya ji bo turîzma çiyageriyê girîng in.
Kratera Tendûrekê û gola wê li benda keşifkirinê ye