Jiyan

Koçerên ji herêmên germ tên Mûşê di konan da dijîn

Koçerên ji bajarên germ tên Mûşê û pezê xwe derdixin zozanan piraniya salê di konên xwe yên pirç û mûyê bizinan hatine çêkirin da derbas dikin.

Haydar Şahin  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 16.09.2020
Koçerên ji herêmên germ tên Mûşê di konan da dijîn

Muş

 Koçerên ji bajarên germ tên Mûşê û pezê xwe derdixin zozanan piraniya salê di konên xwe yên pirç û mûyê bizinan hatine çêkirin da derbas dikin.

Koçerên biharê ji Diyarbekirê hatin herêma Zozana Şênê di konên ji kal û bavên xwe mane da 6 mehan dimînin, heywanên xwe diçêrînin.

Koçerên ji jiyana civakî û teknolojiyê dûr jiyana xwe didomînin ji şîrê didoşin penêr, rûn, mast û toraqê çêdikin û pê debara xwe dikin.

Yemlîhan Koçagayê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal biharê ji Qulpa navçeya Diyarbekirê tên zozana li Mûşê û heywandariyê dikin.

Koçerên ji herêmên germ tên Mûşê di konan da dijîn

Koçaga diyar kir ku di konên ji mûyê bizinan hatiye çêkirin da dimînin û wiha axivî: "Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Konên me yên ji mû hatine çêkirin hem rind tamîş dibin hem jî mesrefa wan kêm e. Ev ji kal û bavên me maye û kêmzêde 150 sal e dewam dike. Li ber her tiştî tamîş dibe û emrê van konan jî dirêj e. Piraniya emrê me di van konan da bi xwedîkirina heywanan derbas dibe."

Halîse Koçagayê jî diyar kir ku lidarxistina konên ji mûyê bizinan hatine çêkirin ji diya xwe hîn bû û wiha pê da çû:

"Li zozanan kon dibin mala me. Piraniya emrê me di van konan da derbas dibe. Lidarxistina konan zor e. Em mûyê bizinan şe dikin, dirêsin, ba didin, li dar dixin, bi kirkîtan lê dixin û qalib qalib çêdikin.Gelekî wext lazim dike ji bo vê. Konên ji mûyê bizinan ji berê va tên çêkirin. Kêmzêde bi mûyê 150 bizinan va konek tê lidarxistin. Hema bêje emrê min li pey pêz di kon û mêrgan da derbas bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın