Koçeran berê xwe dan zozanên Mûşê
Koçerên li Diyarbekir, Mêrdîn û Şanliurfayê dijîn piştî ku hewa germ bû berê xwe dan zozana Şênê û quntara çiyayê Qozmeyê
Muş
Koçerên li Diyarbekir, Mêrdîn û bajarên germ heywandariyê dikin piştî ku hewa germ bû ji bo heywanên xwe bibin herêmên hênik dest bi hilgêra zozanan kirin û tên zozana Şênê ya Mûşê.
Herêma Şênê û çiyayê Qozmeyê yên ku nebatên curbe cur lê hêşîn dibin, hewa û ava wan xweş e ji bo koçeran cihekî bêhempa ye.
Koçerên bi kîlomêtroyan rê tên li vir konên xwe datînin û 5 mehan li vir dimînin.
Dema hewa sar dibe koçer dest bi dagêrê dikin û ji zozanan vedigerin malên xwe.
- "Karê me pir zehmet e, lê em mecbur in"
Abdussamed Korkutê li Qulpa navçeya Diyarbekirê hatiye got her sal piştî hewa germ dibe ew tên zozanê Şênê ya Mûşê û zivistanê jî li bajarê xwe heywanan xwedî dikin.
Korkut wiha axivî: "Karê me pir zehmet e, lê em mecbur in. Wek malbat em xwedî 5 hezar heywanan in. Ev 5 roj e em di rê da ne, hê rêya me ya çend rojan ya ku divê em herin maye. Emê li wir konê xwe vegirin û heta meha mijdarê bimînin."
Hasan Erdenê 2 hezar pêzê xwe va ji Mêrdînê hatiye Mûşê jî got ew rojê du caran pez didoşin û şîrê xwe difroşin.
- "Mûş ji hêla heywandariyê va herêmeke gelek xurt e"
Serokê Yekîtiya Kesên Pez û Bizinan Xwedî Dikin ya Mûşê Nîmet Salkim jî got piştî teror li herêmê kêm bû hewyandarî dîsa zêde bû, li Mûşê bi piştgiriya dewletê va hejmara heywanan gihîşt milyonek û 350î.
Salkim got gel debara xwe bi heywandariyê dike û wiha axivî: "Koçerên li Diyarbekir, Mêrdîn û Şanliurfayê piştî ku hewa germ bû tên zozana Şênê û quntara çiyayê Qozmeyê. Li vir qasî 5 mehan dimînin. Mûş ji hêla heywandariyê va herêmeke gelek xurt e, ji ber vê tên vir. Koçerên me piştî zivistaneke dirêj û zehmet şîr û penêrê xwe difroşin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.