Jiyan

Koçer bi rêbazên ku ji bav û kalan hîn bûne va pez xwedî dikin

Li Elezîzê malbatên koçer ku zivistan û biharê di konan da dimînin, bi rêncberiya ku ji bav û kalên xwe hîn bûne va debara xwe dikin.

İbrahim Atmaca,Haydar Şahin   | 02.03.2021
Koçer bi rêbazên ku ji bav û kalan hîn bûne va pez xwedî dikin

Elazig

 Li Elezîzê malbatên koçer ku zivistan û biharê di konan da dimînin, bi rêncberiya ku ji bav û kalên xwe hîn bûne va debara xwe dikin.

Li devera çiyayî ya gundê Dedepinara ser navendê, koçerên ku serjimara wan ji 35 kesan û 7 malbatên eqreba pêk tên, li ser çîmen û mêrgan di konên ku bi brandayê vedigirin da ji nîmetên teknolojiyê dûr û di şertên dijwar da dijîn û peyê nanê xwe ketine.

Li herêmê her sal ji nîvê meha sibatê pê va pez dizê û barê malbatan zêdetir dibe, lê digel şert û mercên dijwar pîşeyên xwe didomînin û jê hez dikin.

Koçer di heyama zayîna pez da 24 saetan miqatî heywanan in û teseliya wan dikin. Koçer şeveqa sibê heywanên xwe taştê dikin û berdidin çêre, danê nîvro û êvarê pez ji çêre tînin da ku berx bimijin.

Dema ku pez nêzî koza berxan dibe û deriyê kozê tê vekirin, berx dixin kalekal û direvin cem makên xwe û dimijin. Berx piştî ku têr dibin, cardin ji makên wan heç dikin û vediqetînin.

- Havînê derdikevin serê rê û dirban

Koçer ji bo ku berxên virnî necemidin û nexweş nekevin, wan baş xwedî dikin. Koçer havînê jî ji bo ku pezê xwe baş biçêrînin, dertên zozanên Kanîreşa Bîngolê.

Di jiyana rojane da mêr pez xwedî dikin, jin jî karên malê dikin û zarokên xwe xwedî dikin, gom û hevşiyan paqij dikin û carinan jî av û alifê heywanan amade dikin.

Zarok jî di karên rojane da aliyê dê û bavên xwe dikin, bi berxên virnî ra eleqedar dibin, di nav konan da dileyîzin û wextê xwe derbas dikin. Zarokên ku diçin dibistanê dersên xwe jî îhmal nakin.

- "Bi salan e em jiyana koçeriyê dijî"

Huseyin Akanê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jiyana wan di nav birên pêz da derbas dibe, meslegê ji kal û bavan dewr hildaye bi hilhezî didomîne.

Akalan got berê zivistanê pezê xwe dibirin Şanliurfayê ev 5 sal e jî dibin Elezîzê û wiha pê da çû: "Em ji kal û bavan jiyana koçeriyê dijîn, bi zr û zêçan jiyana me di konan da derbas dibe.Koçerî zor e. Ma tu karekî rihet heye? Her kar zor e, em wiha dijîn."

- "Jiyana li konan dijwar e, zivistanê sar dibe"

Zekî Akalan jî got di konan da hatin dinyayê û dijîn, berê di konên bavê wan li dar dixistin da jiyana xwe didomandin û pez xweyî dikirin û ew jî heman rêgezê didomînin.

Akalan got wekî kal û bavên xwe jiyana koçeriyê wekî rê û rêbaz dizanin xêncî xweyîkirina pêz jî tiştekî nakin û wiha pê da çû: "Jiyana li konan dijwar e, zivistanê sar dibe. Em bi heywandariyê nanê xwe bi dest dixin, bi dilhezî karê xwe didin û ji jiyana xwe jî menûn in."

Muhammet Akalana dayik jî got 3 zarên xwe di konan da mezin kir, hînî jiyana di konan da derbas dibe bû lêbelê nifşên nû wekî wan bi vê jiyanê razî nabin.

Akalanê got zarên wan dixwazin bixwînin û bi meslegên din ra eleqedar bibin û wiha axivî:

"Jiyana me wiha derbas dibe. Jiyana di konên koçeran da dijwar e lê em ji jiyana xwe memnûn in. Em zarên xwe mezin dikin û dixwazin ku herin bixwînin. Me firsend nedît ku em bixwînin, em dixwazin bira zarên me bixwînin."

- "Dixwazim bibim dozger"

Dîlek Akalana xwendekara dibistana seretayî jî got jiyana di konan da zor e lêbelê ji ber ku alternatîfeke wan a din tune hînî vê bûne.

Akalanê got armanca wê ew e ku bixwîne bibe xwedî meslegekî û ji vê jiyanê xilas bibe û wiha got: "Ez ji xwendingeha xwe hez dikim, dixwazim dema mezin bûm bibim dozger."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın