Jiyan

"Kibaba kaxizê" ya li ser navê Meletiyê hatiye tescîlkirin sifreyan dixemilîne

"Kibaba kaxizê ji heyama Osmaniyan hetanî niha di firinê da tê çêkirin"

Volkan Kaşik   | 05.05.2021
"Kibaba kaxizê" ya li ser navê Meletiyê hatiye tescîlkirin sifreyan dixemilîne

Malatya

 Kibaba kaxizê ya li ser navê Meletiyê hatiye tescîlkirin di meha remezanê da sifreyan dixemilîne. Dema kibabê çêdikin, goştê berxan li kaxizan dialînin di firinan da bi qasî 8-12 saetan dipêjînin.

Di amadehiyên kibabê da rojekê pêşda goşt di nav sosê da radizînin parçe parçe jê dikin û kazixê li goşt dipêçin û di leganeke sifirîn da bi cî dikin. Paşê donê pêz li ser kaxizê dikin û leganê diavêjin firina germ.

Kibaba kaxizê di firinê da ji agir dûr bi qasî 8-12 saetan dipêje û paşê tê xwarin.

Dema were xwestin dikarin bi komî an jî yek porsiyon kibabê bidin mişteriyan.

Kibaba kaxizê ya Meletiyê meha çûyî hat tescîlkirin, di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da kibabê bi sewêsê dişînin navnîşanan.

- Dibê teqez ji goştê berxê were çêkirin

Zekî Sayginê ji sala 1942yan vir da restoranê dixebitîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di yar kir ku Meletiye xwediyê çanda xwarina ya dewlemend e û di nav xwarinan da kibaba kaxizê jî heye.

Saygi destnîşan kir ku kalikê wî bi salan kibab çêkir û got, "Kibaba kaxizê ji heyama Osmaniyan hetanî niha di firinê da tê çêkirin."

Saygi bal kişand ku xwarinên Meletiyê herî zêde di firinê da tên çêkirin û wiha pê da çû:

"Kibaba kaxizê jî di nav wan xwarinan da cî digre. Kibaba kazixê dibê teqez ji goştê berxê were çêkirin. Goştê li kaxizê hatiye alandin dibê di firina daran da 8-12 saetan were pijandin. Kibaba kaxizê bi sebzeyan jî tê çêkirin sade ji goşt jî tê çêkirin. Gelê Meletiyê xwarinên wekî kibaba kaxizê, parxanên tijîkirî, balcan tawe, dîzikê yên di firinan da tên çêkirin îkramî mêvanên xwe dikin. Dema siparîş hebe em dikarin kibaba kaxizê bişînin bajarên din jî."

Saygi got kibaba kaxizê xwarineke bi zehmet e û wiha axivî: "Di pêvajoya vê nexweşiyê da em vê kibabê bi serwês û kargoyê dişînin nav û dervayê bajêr. Ligel nexweşiyê kibaba kaxizê di meha rojiyê da sifreyan dixemilîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın