Sayim Harmancı
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li Hekariyê li Zozanên Berçalana ku raqima wê 3 hezar û 300 e, Halîme Calp keçika 21 salî ya malbateke Batmanî koçer, 2 berxikên ku maka wan, li wan xwedî dernakeve dike, weke dayikekê wan bi şûşeyê şîr dide.
Ev zozanên ku bi qasî 20 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, ji ber hewaya xwe ya sar, kaniyên ava sar û çêregehên xwe yên berhemdar, ji bo ajalan cihekî bijarte ye.
Malbata Calp a ku di mehên havînê da ji Batmanê hatine da ku li erdên berhemdar ajalên xwe biçêrinîn, di konê ku li zozanan danîne de dimînin û ajalên xwe bi xwedî dikin.
Nêzîkî mehek berê hin ji pezên ku malbata koçer li çiyayan diçêrand berx anîn dinyayê. Dema ku 2 ji mîhan li berxên xwe xwedî derneketin, Halime Calp a 21 salî, ku di karên rojane da alîkariya malbata xwe dike, her 2 berxên yek jê 4 hefteyî û yê din 3 hefteyî ye bi şûşeyê bi xwedî dike.
Berxên ku bi şûşeyê tên xwedîkirin, qet ji Calpê dûr nakevin.
Calpê ji nûçegihanê AAyê ra got ku malbata wî bi xwedîkirina ajelan ra mijûl e û ew ji bo alîkariya wan hatiye zozanan.
Calpê destnîşan kir piştî ku herdu berx ji dayik bûn di konê da dest bi xwedîkirina wan kir û got, "Ez wan bi vî rengî bi şûşeyê bi xwedî dikim. Ji ber ku ez şîr didim wan, ew li her derê ku ez diçim li pey min tên. Dema ku ew nû çêbûn, em di kon da bi hev ra radizan. Ew her gav bi min ra ne dema ku ez firaxan dişom, dema ku ez diçim avê tînim, dema ku ez penêr çêdikim. Ez bi eleqedarbûna bi wan ra kêfxweş im."