Jiyan

Kebabxaneyên li Edeneyê ji ber biryarên nû kêfxweş in

Xwediyên loqinte û kebabxaneyên li Edeneya ku di nexşeya nirxandina rîska vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di nav bajarên rîsk lê nêvî ye da cî digirin wê dikanên xwe vekin û ji ber vê jî gelek kêfxweş in.

İbrahim Atmaca   | 02.03.2021
Kebabxaneyên li Edeneyê ji ber biryarên nû kêfxweş in

Adana

 Xwediyên loqinte û kebabxaneyên li Edeneya ku di nexşeya nirxandina rîska vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di nav bajarên rîsk lê nêvî ye da cî digirin wê dikanên xwe vekin û ji ber vê jî gelek kêfxweş in.

Dikanên ev demeke gelekî dirêj e nikarin mişteriyan hildin hundir û li pergala "pakêt şandin û hildanê" dixebitîn. Lê bi biryarên asayîbûnê va ew niha ji bo qebûlkirina mişteriyan dest bi amadehiyan kirin û dikanên xwe amade kirin.

Xwediyê restorantê Cîhangîr Korkmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev sê meh in milet ji mecbûrî ji ber şewbê di malên xwe da ne û wan jî bi pakêtê karê xwe dikir.

Di axaftina xwe da Korkmaz got: "Me dikanên xwe awayê ku wê mişterî bên û rûnên amade kir. Ev ji bo me gelekî baş bû. Lewra ji hevalên me nêvî dixebitîn ji niha pê va wê hemû bixebitin."

Midûrê restorantê Mehmet Emîn Ormanoglu got ku ew qasî 100 rojan e karê xwe bi şandina pakêtê didomînin û bi vekirina dikanan va ew gelekî kêfxweş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın