Karsazekî ku xeyala xwe ya xwedîkirina hêştirmeyan li Qersê pêk tîne çêwlikekê ava dike
Kars
Metîn Tetîkê 9 sal berê dema li Stenbolê karê dekorasyonê dikir li bajarê xwe Qersê bi cih bû û xeyala xwe ya xwedîkirina hêştimeyan pêk anî û niha jî li ser zeviya xwe çêwlikekê ava dike.
Metîn Tetîkê bavê sê zarokan, piştî ku li çêwlikeke li Hadimkoya Stenbolê hêştirme dîtin û ji wan îlham girt, vegeriya gundê Esenkenta li ser Qersê û xeyala xwe ya xwedîkirina çar hêştirmeyan pêk anî û di pey ra jî ji bo avakirina çêwlikê dest bi xebatê kir.
Metîn Tetîkê ku nêzîkî salekê ye li gundê xwe hêştirmeyan xwedî dike, niha hejmara wan gihandiye 11an. Metîn Tetîk piştî ku li ser erdê xwe yê 7 donimî li gund dest bi xebata avakirina çêwlikekê kir û makîneyek ji bo hêkên hêştirmeyan kirî û dixwaze ku havîna bê dest bi hilberînê bike.
Metîn Tetîk ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi salan e xeyala xwedîkirina hêştirmeyan dike û ji ber ku vê yekê pêk tîne, kêfxweş e.
Tetîk diyar kir ku ew berî bi salan ji Stenbolê vegeriyaye, li gundê xwe bi cih bûye û dest bi xwedîkirina hêştirmeyan kiriye û wiha got, "Hêştirme yek ji heywanên herî hêsan e ku meriv lê xwedî derkeve; hûn rojê carekê qût didinê. Ew her cure xwarinê dixwe û li hember hemî nexweşiyan li ber xwe dide. Hûn dikarin ji her tiştî pere qezenc bikin, cûckên wê yên piçûk, hêk, çerm, pûrt û hêkên pûç."
Metîn Tetîk diyar kir ku welatiyên li Qersê gava hêştirmeyan dibînin matmayî dimînin û got, "Kesên ku tên vir gava hêştirmeyan dibînin matmayî dimînin, wan dibînin û dest didin wan û eleqe her roj zêde dibe. Hêştirmeyek dikare di demsalê da nêzîkî 80 hêkan bike. Me her wiha makîneyek kirî û em hêvî dikin ku em ê heta havîna bê her tiştî amade bikin."
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Qersê Enver Aydin jî diyar kir ku Qers bajarê çandinî û heywandariyê ye.
