Jiyan

Karnameyên xwe ji destê xwendekarên Sûriyeyî hildan

Li Wanê mamosteyekî bi navê Osman Temîzkan li ser medyaya civakî diyarî berhev kirin û diyarî ji bo hişmendiya biratiyê di nav zarokan da xurt bibe bi destê xwendekarên Sûriyeyî li xwendekarên xwe da belavkirin.

Türkan Tosun   | 14.06.2019
Karnameyên xwe ji destê xwendekarên Sûriyeyî hildan

Van

Li Edremîta navçeya Wanê mamoste Osman Temîzkan li ser medyaya civakî hin diyarî berhev kirin û ji bo hişmendiya biratiyê di nav zarokan da xurt bibe bi destê xwendekarên Sûriyeyî ev diyarî li xwendekarên xwe da belavkirin.

Temîzkanê ku li Dibistana Seretayî ya Koprulerê mamoste ye ji bo ku ji xwendekarê xwe ra suprîza karnameyê bike li ser hesabê xwe yê medyaya civakî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

Ji çar aliyê Tirkiyeyê xêrxwazan ji xwendekaran ra pere û diyarî şandin.

Temîzkan bi vê pereyê hat şandin va ji kurikan ra wesayîtên bikumanda, ji keçikan ra jî bûk kirî.

Temîzkan xwendekarên zanîngehê yên Sûriyeyî vexwendine dibistanê ku ew diyariyan li zarokan belav bikin da ku hişmendiya biratiyê xurt bibe.

- "Penaber êtîm û sêwiyên hevpar ên mirovahiyê ne"

Temîzkan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 8 sal e mamostetiyê dike û her sal diyariyan dide xwendekarên xwe û wiha axivî: "Ji çar aliyên Tirkiyeyê diyarî hatin û min xwest ciwanên me yên Sûriyeyî van diyariyan belav bikin. Ez tu carê bi çavê biyaniyan li wan nanêrim, ew mêvanên me ne. Her tim ez dibêjim 'penaber êtîm û sêwiyên hevpar ên mirovahiyê ne.' Ji ber vê min xwest nêrina zarokan a li penaberan jî baş bibe. Ji her goşeyê welêt ji her rengî û fikrî mirov bûn şirîkên vê xweşikiyê."

- "Ez mamoste Osman pîroz dikim ku karekî wiha baş kir"

Esra Saadeddîna li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê di beşa Dermansaziyê da xwendekar e jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got pênc pêcî ne wekî hev in û wiha dewam kir: "Dema kesekî Sûriyeyî xirabiyekê bike divê ev li ser her kesî neyê barkirin. Di nav me da baş jî hene, xirab jî hene. Îro şahiya van zarokan em jî kêfxweş kirin. Jixwe ez zarokan pir hez dikim. Ez mamoste Osman pîroz dikim ku karekî wiha baş kir."

Omar Albadawiyê di beşa Endezyariya Elektronîkê da xwendekar e jî got her zarok li ber çavê wî wekî hevdu ne, ew ferqê naxe navbera xwîşk û birayê xwe.

Albadawî got ew kêfxweş e ku beşdarî xebatek wiha bûye.

Ji bo diyariyan xwendekaran jî spasiya mamosteyê xwe kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın