Jiyan

Karmendê teqawid mala bavê xwe vegerande muzeyê

Ekrem Payan   | 16.10.2021
Karmendê teqawid mala bavê xwe vegerande muzeyê Ekrem Payan - AA

Şırnak

 Seyda Goyanê mamosteyê teqawid ê li Batmanê dijî, mala bavê xwe ya li Uludereya navçeya Şirnexê bi amûrên kevn ên raxist û vegerande muzeyê.

Goyanê 57 salî, di nav 2 salan da tengaya hezar parçe amûrên kevn û dîrokî yên wekî legana hevîr, eleg, serad, bêjing, embara genim, sepet, sakar, xalîçe, carcim, çira, destar kom kir û li mala bavê xwe ya 2 odeyî ya li Yeşîlyuvana taxa Uludereyê raxist.

Welatiyên bêriya demên berê dikin û navçeyê ziyaret dikin tên serdana mala amûr lê hatine raxistin.

Goyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hin caran tê navçeyê bi xwîşk birayê xwe û zarokên wan ra mala bavê xwe paqij dike, ji sala 1990î vir va li ser çanda bajêr dixebite.

Goyan diyar kir ku dinya diguhere, di heyama înternetê da amûrên berê êdî nayên xebitandin, hin amûr ji axil û merekan ji nav kayê kom kir, ji ser sergoyan kom kir, paqij kir û hinekên wan jî kirî.

- Dixwaze li ciyekî mezin amûran nîşan bide

Goyan got dema dest bi komkirina van amûran kir xanima wî û hin kesan bi çavekî nebaş lê mêze kirin û wiha axivî: "Ji min ra digotin ma te li Batmanê kar nedît ku hatî li vê derê ji tewle û merekan amûran kom dikî. Xanima min jî digot tu bi rizqê zarokan diçî van amûran dikirî. Niha tên li malê digerin û min pîroz dikin."

Goyan daxuyand ku di malê da alavên ku şêniyên herêmê berê xebitandine hatin dîtin, ji ber ku mal piçûk e ew hin eşyayan di depoyê da vedişêre.

Goyan got, "Min bi mehaneya xwe ya teqawidiyê mal anî vî halî. Mesrefa malê çêdibe. Ez naftalînê li hin eşyayan dikim ku nerizin û kefikî nebin, lê ez nizanim ku wê heta kîngê wiha dewam bike." Goyan destnîşan kir ku ew dixwaze eşyayan di mekanekî mezintir da seba dîtinahiyê rast bike û seba vê li benda alîkariya rayedaran e.

​​​​​​​Ji welatiyan Ozlem Şengulê jî got ku ew li malê geriya û wê mal pir eciband, di malê da ji kalik û pîrikan gelek eşya mane.

Şegulê wiha xeberda, "Dewr dewra înternet û teknolojiyê ye, nifşên nû eşyayên wiha nedîtin, lê dikarin werin vê derê û alavên jiyanê bibînin. Ji bo ku em rabirdûya xwe ji bîr nekin, ev der cihekî pir xweş e."

Hîvîdar Tunça xwendekara Lîseya Anadoluyê ya Uludere Mehmet Akîf Ersoyê jî got ku ew ji bo nasîna çanda xwe meriv li malê bigere, feyda wê pir heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın