Karkerên ku bi dagirtina kayê debara xwe dikin, di binê kelekela havînê da dixebitin
Li Diyarbekir û Batmanê karkerên ku kayê li kamyonan bar dikin û perê nanê xwe qezenc dikin, di kelekela havînê da dixebitin
Aydın Arik, Şahin Seçen
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
photo: Aydın Arik / AA
Karkerên ku bi dagirtina kayê debara xwe dikin, di binê kelekela havînê da dixebitin
BATMAN
Li Diyarbekir û Batmanê karkerên ku kayê li kamyonan bar dikin û perê nanê xwe qezenc dikin, di kelekela havînê da dixebitin.
Li Diyarbekir û Batmanê piştî dirûna ceh û genim kayê ku wekî alif didin heywanan, Rojhilata Anadoluyê û Herêmên Behra Reş di serî da ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê ra tê şandin.
Wêne : Şahin Seçen/AA
Li gorî daxwaza mişteriyan karker bi melêvan kayê bar dikin an jî kayê ku bi makîneyê hatiye preskirin dixin tûrikan, van tûrikan li kamyonê bar dikin û bi werîsan hişkehişk girê didin.
Karker nêzî 4 mehan vî karî dikin û di nava toza kayê û di binê germa ku ji 40 pileyî derbastir dike da dixebitin.
Karkerên ku debara xwe ji barkirina kayê qezenc dikin, di binê kelekelê da seba perê nanê xwe nasekinin.
Wêne : Şahin Seçen/AA
Li Taxa Gurolukê ya gundewar ku li ser Bismila navçeya Diyabekirê ye, ji karkeran Suat Sevîmê (20) ku kayê bar dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî di binê germa ku ji 40 pileyî derbas dibe da û di nava tozê da ka bar kir.
Sevîm diyar kir ku nêzî 6 salan e ku ew vî karî dike, kayê ku ew li Diyarbekirê barî kamyonan dikin, ji bajarên cuda ra tên şandin.
Kiryarê kayê û şofêrê kamyonê Sînan Îlemiyê (45) ku ji Şanliurfayê hat jî diyar kir, kaya ku wî kirî bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê di serî da dibe bajarên cuda yên Tirkiyeyê.
Ji karkeran Veysî Bozkurt jî diyar kir ku ew ji Bismila navçeya Diyarbekirê seba barkirina kayê hat Kercewsa navçeya Batmanê.
Şofêrê TIRê Yasîr Atay jî diyar kir, ew ê kaya barkirî bibe Miksa (Bahçeseray) navçeya Wanê.