Jiyan

Karkerê paqijiyê yê bi govendê karê xwe dike gel kêfxweş dike

Haydar Şahin,Abdullah Tel   | 23.10.2020
Karkerê paqijiyê yê bi govendê karê xwe dike gel kêfxweş dike

Siirt

 Faruk Atlagê 24 salî yê xebatkarê paqijiyê yê Şaredariya Sêrtê li parkê govendê digre û paqijiyê dike, bi vê va jî kesên li der û dorê kêfxweş dike.

Atlagê ji ber qezaya di zaroktiya xwe da derbas kir jiyana xwe wekî astengdarê ortopedîk didomîne navber da perwerdeya xwe ya lîseyê û demeke dirêj bavê xwe yê nexweşê nav nivîna xweyî kir.

Atlagê ku zevicî ji bo debara xwe bike qasî demekê di karên rojane da û li înşaetan xebitî.

Atlag li ser pêşniyaza xanima xwe ji bo kar serî li Şaredariya Sêrtê xist û ji vir 3 meh berê bi peşkê li Midûriyeta Park û Baxçeyan dest bi kar kir.

Atlag bû xwediyê karekî bi pergal hem debara mala xwe dike hem jî alîkariyê dide xwîşk û birayên xwe. Atlag li Parka Dinyaya Zarokan a Şahînbegê hat wezîfedarkirin û bi muzîka ji têlefona xwe vedike va hem govendê digre hem paqijiyê dike hem jî qolonyayê îkramî welatiyan dike.

Karkerê paqijiyê yê bi govendê karê xwe dike gel kêfxweş dike

Atlag bi kêfxweşî karê xwe dike ev hem jê ra dibe moral hem jî welatî wî teqdîr dikin.

Dîmenên personelê şaredariyên di medyaya civakî da hatin parvekirin, di dîmenan da hem govendê digre hem jî paqijiyê dike û dîmenan gelekî eleqe dîtin.

Atlag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî demeke nêz karên rojane dikir, li Şaxa Sêrtê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê û Navenda Ciwaniyê ya Sêrtê bi dildarî xebitî.

Atlag got haya pê ket ku ew ê ji bo Şaredariyê personelê werin hildin li ser vê serî lê xist û ji vir 3 meh berê bi peşkê dest bi kar kir.

Atlag got bi kêfxweşî dixebite û nanê xwe qezenc dike û wiha pê da çû: "Piştî nimêja sibê dest bi paqijiyê dikim. Bi kêfxweşî karê xwe dikim. Ji ber ku bi kêfxweşî karê xwe dikim jî ev bala kesên li der û dorê dikişîne."

Atlag got ji bo karê xwe tam bike hewl dide û wiha axivî: "Ji kesên keda wan tev bûn ra sipas dikim. Xwedê ji wan razî be ez hildam kar. Ji bo rûyê wan reş nekim çi ji destê min tê ez dikim."

- "Ez ê bi kêfxweşî karê xwe bidomînim"

Atlag got ku ew ji bo karê xwe baş bike serê sibehê zû radibe dest bi kar dike, parqê paqij dike, bi devkenî kolonyayê di destê welatiyan da dike û dixwaze bila herkes karê xwe baş bike.

Di berdewamiya axaftina xwe da Atlag diyar kir ku ew ji muzîk û govend girtinê gelek hez dike û wiha domand: "Dema ez li muzîkê guhdar dikim şa dibim. Bi guhdariyê va govendê digirim û karê xwe baştir dikim. Muzîk êdî ji bo min beşeke ji karê min e. Zarok û welatî jî tên cem min û govendê digirin. Hevalekî min ji min ra got ku dîmena min ji ser medyay civakî belav bûye, haya min jê tunebû û ez gelek şa bûm. Ez ê bi kêfxweşî karê xwe bidomînim."

- "Ji karê xwe hez dike û xweş dike û em jî pê kêfxweş dibin"

Ji welatiyan Murat Yolcu jî got ku ew her roj dema ji malê derdikeve rastî Atlagê ku li parqa hemberî mala wan wezîfedare tê û wiha domand: "Ew yekî devlikene û karê xwe jî baş dike. Li muzîkê guhdar dike û karê xwe dike. Ew ji karê xwe hez dike, xweş jî dike û em jî pê kêfxweş dibin. Min dîmenên wî ji ser medyaya civakî dît û ez gelek pê şa bûm. Mirov çi karî dike bila bike lê divê ji dil û can bike."

Sabrî Yildirimê li wê derê esnaftiyê dike jî got: "Şêniyên taxê ji Atlag hez dikin. Em ji ber keda wî jê ra spas dikin. Kekê me yê Faruk ev 3 mehin parka me paqij dike. Ez çiqas lê rast bêm ew wan deran paqij dike. Di heman demê da jî li muzîkê guhdar dike û wiha jî govenda xwe digire. Ez wî pîroz dikim."

Ji zarokan Erkan Eponderê tê parqê û carna tevlî Atlag govendê digire jî destnîşan kir ku Atlag karê xwe baş dike û nahelê çopek li erdê bikeve û dema ew jî vê dibînin pê gelek kêfxweş dibin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın