Jiyan

Kandêlkirina zebeşên Edeneyê îsal dereng dest pê kir

Bekir Ömer Fansa  | 24.05.2022 - Rojanekırın : 01.06.2022
Kandêlkirina zebeşên Edeneyê îsal dereng dest pê kir

Adana

 Li Edeneya ku ji sedî 20ê zebeşan jê tê, ji ber sermayê îsal kandêlkirina zebeşên tescîlkirî du hefteyan dereng dest pê kir.

Ji ber ku îsal di adarê da şexteyê li berên ziraetê da, şitlên zebeşan jî zirar dîtin û şûna wan şitlên nû hatin danîn. Dereng ketibe jî cotkaran dest bi kandêlkirina zebeşan kir û rûyê wan geş bû.

Li Çukurovayê nêzî ji sedî 70yî di binê serayê da bi tevahî li ser 95 hezar dekarî zebeş hat danîn û îsal 630-650 hezar ton zebeş tê payîn.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Edeneyê Muhammet Alî Tekîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal li Edeneyê ji ber şert û mercên hewayê kandêlkirina zebeşan dereng ket.

Tekîn daxuyand, normalde kandêlkirina zebeşan di hefteya ewil a gulanê da dest pê dike û wiha dewam kir, "Îsal ji ber şert û mercên hewayê kandêlkirina zebeşan di dawiya gulanê da dest pê kir. Şexteyê li zebeşan xist û şitlên wan cardin hatin danîn, loma wisa derengî ket."

Kamil Kayarê ku li navçeya Karataşê zebeş danîne got ku wî li ser 50 donimî zebeş danî û her çend kandêlkirin dereng ketibe jî wan dest pê kir û ew vê gavê ji bihayê zebeşan razî ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın