Jiyan

Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike

Haydar Şahin   | 16.10.2020
Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike

Tunceli

 Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Tunceliyê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne.

Bozkurtê li bajaroka Akpazarê dijî û di zaroktiya xwe da meslek hîn bû piştî ku bû hoste kêmzêde 50 sal e li ser dezgeha xwe karê xwe didomîne.

Bozkurtê şeveqê zû radibe û diçe dezgeha xwe beriya dest bi kar bike axa ku ew ê têxe herî bi çakûç va hûr dike, li bêjingê dixe.

Bozkurt axa hûr bi avê hasil dike, derbasî ser dezgehê xwe dibe, bi ligê xwe torneyê dizivirîne û bi destan jî şikil dide heriyê.

Bozkurt dîz, dîzik, meşk û kûzên avê yên çêdike qasî demekê hişk dike û paşê diavêje firinê ku saxlem bibin.

Kalikê Halîl bi salan e ji heriyê dîz û kuzan çêdike

Halîl Bozkurtê 75 salî yê li Mazgîrta navçeya Tunceliyê dijî di zaroktiya xwe hînî çêkirina dîzan bû û ligel emrê xwe hê bi dilhezî heman karî didomîne. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Bozkurtê bi ked û hostetiya xwe tê teqdîrkirin amûrên xwe difroşe Elezîz û bajarên din.

Halîl Bozkurtê hosteyê dîzan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi kêfxweşî û hezkirin meslekê xwe didomîne.

Bozkurtê destnîşan kir ku beşdarî Herekata Aştiyê ya Qibrîsê jî bûye di pola sisêyan a dibistana seretayî da hînî çêkirina dîzan bûye.

Bozkurt got berê eleqeyeke mezin nîşanî dîz û kuzên Akpazarê didan û wiha pê da çû: "Di piçûktiya xwe da li cem Mihemed Hoste hînî vî karî bûm. Dema min li cem hosteyê xwe dest bi xebatê kir qasî 7 salan bi tenê av kişand û dikan paqij kir."

- "Ji 16 hosteyan bi tenê ez mam"

Bozkurt diyar kir ku bi pêşketina teknolojiyê dîzkarî kêm bû û wiha axivî: "Me berê berhemên xwe difrotin Erzincan, Tuncelî û Elezîzê. Li Akpazarê 18 hosteyên dîz û kuzan hebûn, bi tenê ez mam."

Bozkurt got her ax li ber germa firinê teyax nade û jê dîz çênabe û wiha pê da çû:

Axa ku ez pê dixebitim hezar sal e pê amûr tên çêdikirin. Di vê axê da hesin zêde ye. Di demên xwe yên vala da ez diçim vê axê derdixim û tînim dikanê. Avê didim axê û hasil dikim dixim herî. Paşê heriyê hildidim ser dezgeh û amade dikim. Dîz û kuzan qasî demekê li dikanê hişk dikim paşê diavêjim firinê û sor dikim."

Bozkurt got di rojê da 20- 25 dîzan çêdike û wan difroşe mişteriyên li Bazara Sergirtî ya Elezîzê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın