Jiyan

Jinika Wanî bi xêra pezê jê ra hat hîbekirin bû xwedî kar

Fatma Sîngara 40 mî jê ra hatin hîbekirin û dest bi xwedîkirina pez kir: "Ez bi dahata ji firotine penêr, şîr û rûnê malê li mala xwe xwedî derdikevim. Rewşa me baş nebû. Piştî me ji Projeya Cotkarên Ciwan îstifade kir rewşa me baş bû."

Emre Ilıkan  | 21.05.2022 - Rojanekırın : 23.05.2022
Jinika Wanî bi xêra pezê jê ra hat hîbekirin bû xwedî kar

Van

 Jinika li Wanê ku bi piştevaniya dewletê 40 mî hilda di nav 6 salan da hejmara miyan derxist 100î.

Fatma Sîngara 28 salî ku li Taxa Beşçataka ser navçeya Îpekyoluyê dijî di sala 2016an da ji bo Projeya Cotkarên Ciwan a serî li Mûdiriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr xist.

Sîngarê bi saya projeya xwe 40 mî hilda û di nav 6 salan da hejmara wan ji 40î derxist 100î.

Xwediya keriyê pez ku niha debara mala xwe bi saya miyên xwe dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala kar û barê xwe kir.

- "Jiyana min guherî"

Sîngarê destnîşan kir ku wê bi saya piştevaniya dewletê dest bi xwedîkirina pez kir û wiha domand: "Ez piraniya rojê li mêrgê pey pez derbas dikim. Em wan serê sibehê zû berî çêrê didin. Paşê tên danan û ez wan didoşim. Ez bi dahata ji firotina penêr, şîr û rûnê malê tê ber destê min, li mala xwe xwedî derdikevim. Rewşa me baş nebû. Piştî me ji Projeya Cotkarên Ciwan îstifade kir rewşa me baş bû."

Mehmet Sîngarê xezûrê Fatma Fîngarê jî got ku ew alî buka xwe dike û ji ber ku karê xwe dikin gelekî kêfxweş in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın