Özgür Alantor
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Rumeysa Gelgî ya ku bi nasnava "Jina herî bejindirêj a dinyayê" va ketiye Pirtûka Rekorên Guînnessê, serdana Geliyê Hormayê kir.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Pinarbaşiyê, Gelgî bi malbata xwe va hat Pinarbaşiya navçeya Kastamonuyê û li Geliyê Hormayê geriya.
Gelgiyê demekê bi Şaredarê Pinarbaşiyê Serkan Ari ra sohbet kir û paşê bi sandalyeya biteker va hin beşên geliyê geriya.
Şaredar Ari daxuyand navçeya Pinarbaşiyê yek ji cihên giring ên turîzmê ye û ew kêfxweş in ku wan mazuvaniya Rumeysa Gelgiyê kiriye.
Ari anî ziman ku di navbera aliyekî geliyê û heta aliyê din da cihekî darîn yê 3 kîlomêtroyî heye ku mirov wisa lê digerin û wiha axivî: "Em kêfxweş in ku me jina herî bejindirêj a dinyayê Gelgî ezimand. Ew bû heyrana Geliyê Hormayê. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku ew bedewiyên herêma me bibînin."
Arî got navçeya Pinarbaşiyê bi Geliyê Vallayê ku wek geliyê duyemîn ê herî kûr ê dinyayê tê nasîn, Geliyê Hormayê ku dişîbe akvaryumeke siruştî, Sûlava Ilicayê û Şikefta Ilgarînî ku wek çaremîn şikefta herî mezin a dinyayê tê nîşandan va navdar e.
Arî daxuyand ew bi veberhênan va hejmara ziyaretvanan zêde dikin û hewl didin ku herêmê bi wan bidin nasîn.