Jiyan

Ji Tirkiyeyê bo 110 welatan bi 209,7 milyon dolarî îxracata fistiqê Entabê

Eşber Ayaydın  | 23.01.2022 - Rojanekırın : 24.01.2022
Ji Tirkiyeyê bo 110 welatan bi 209,7 milyon dolarî îxracata fistiqê Entabê

Şanlıurfa

 Îxracata fistiqê Entabê ya ku ji Tirkiyeyê di sala 2021ê da hat kirin, li gorî sala çûyî ji sedî 76 zêde bû û derket 209 milyon û 686 hezar dolarî.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, di sala 2020î da bi 118 milyon û 923 hezar dolarî îxracata fistiqê Entabê hat kirin. Di sala 2021ê da jî îxracat li gorî sala çûyî ji sedî 76 zêde bû û derket 209 milyon û 686 hezar dolarî.

Par Îtalya, Almanya, Çîn, Kanada, Portekîz, Malezya, Malta, Taywan, Fas, Japonya, Moldova, Qraltiya Yekbûyî, Kuba û Rûsya jî di nav da bo 110 welatan 20 hezar û 332 ton fistiqê Entabê hat îxrackirin.

Tirkiyeyê par herî zêde fistiq bo Îtalyayê îxrac kir. Tirkiyeyê par bo Îtalyayê bi 50 milyon û 74 hezar dolarî fistiqê Entabê îxrac kir. Her wisa pey Îtalyayê, bi 33 milyon û 627 hezarî va Almanya û bi 12 milyon û 839 hezarî va jî Çîn tên.

Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Fêkiyên Hişkkirî û Mamûlên Wê yê GAÎBê Mehmet Çikmaz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, fistiqê Entabê ji bo hemû parêzgehên herêmê, çavkaniyeke girîng a dahatê ye.

Çikmaz bal kişand ku van salên dawiyê, fistiqê Entabê bûye yek ji berhemên sereke yên îxracatê û wiha dewam kir:

"Li herêmê hejmara darên fistiqan di asteke cidî da zêde bûye. Her wisa rekolteya fistiqê jî di serdema pêş da dê zêde bibe. Lewma jî em pêşbînî dikin ku heta çend salan îxracata me jî pir zêdetir bibe. Ji bo vê yekê jî hevdîtinên me yên li bazara dereke didomin. Fistiq bi dahata xwe ya zêde va hem bi kêrî pîşesaz, hem bi kêrî îxracatvan û hem jî bi kêrî hilberîner tê. Lewma jî fistiq herkesî kêfxweş dike."

Serokê Meclisa Borseya Bazirganiya Rihayê Îsa Kizildemîr jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku wan par, îxracat di reqameke rind da kuta kir.

Kizildemir bal kişand ku ew pêşbînî dikin ku di sala 2022yan da bi zêdebûna hilberînê va, îxracata fistiqê Entabê jî zêdetir bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın