Jiyan

Ji stranbêjê Adiyemanî "Kehtali Miçê" bangewaziya aşiyê

İsmail Kaya  | 17.09.2021 - Rojanekırın : 19.09.2021
Ji stranbêjê Adiyemanî "Kehtali Miçê" bangewaziya aşiyê

Adıyaman

 Stranbêj Mustafa Kahtaliyê ku li Kehtaya navçeya Adiyemanê dijî û wekî "Kahtali Miçê" tê naskirin, bangî welatiyan kir ku aşiya Kovîd-19ê bibin.

Li navçeyê ji bo ku pêşî li ber belabûna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) were girtin, li 4 deveran baregeha aşiyê hat danîn.

Mustafa Kahtali bi Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Kahtayê Azîz Emre Akay, Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê Mehmet Emîn Parlak, Serhekîmê Serwîsa Acilê ya 112ê Îshak Karakurt ra baregeha aşiyê ya li Parka Yuzuncu Yilê ziyaret kir. Kahtali diyar kir wî 2 doz aşî li xwe daye, ku wext were wê doza sêyem jî li xwe bide.

Kahtali diyar kir, ew xemgîn e ku li navçeya wan rêjeya aşîbûnê kêm e û wiha dewam kir, "Ez pir li ber xwe ketim. Bira her kes di serî da seba tenduristiya xwe aşî bibe. Ji bilî aşiyê alternatîfa me tuneye. Ez her kesî dewet dikim ku werin aşî bibin."

Kahtali Miçê di ziyareta xwe da stran jî gotin.

Midûrê Tenduristiê yê Navçeya Kahtayê Azîz Emre Akay jî got ku her kes dikare bê randevu li baregehên aşiyê aşî bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.