Ji Meteorolojiyê ji bo Stenbol û bajarên derûdorê hişyariya barana gur

 Meteorolojiyê ji bo Stenbol û bajarên derûdorê hişyariya barana gur û taviyê da.

Navenda Pêşbînî û Hişyariya Zû ya Herêma Stenbolê ya Midûriyeta Herêma 1emîn a Meteorolojiyê ragihand ku îro li Şîle û Beykoza navçeyên Stenbolê, li tevahiya Kocaeliyê û li Kaynarca, Karasu û Kocaaliya navçeyên Sakaryayê barana gur û tavî tê payîn.

Di daxuyaniyê da ji bo lehî, birûsk, bayê xurt û astengiya di hatin û çûyînê da hişyarî hat dayîn û hat gotin divê welatî hişyar û bi tevdîr bin.