Jiyan

Ji bo zarokên Sûriyeyî "kêf û şahiyên bêsînor" dewam dikin

Li herêmên ku bi Operasyona Mertalê Feratê va ji terorê hatin safîkirin, "Kêf û Şahiyên Bêsînor" ên Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî dewam dike

İbrahim Atmaca  | 26.09.2018 - Rojanekırın : 27.09.2018
Ji bo zarokên Sûriyeyî "kêf û şahiyên bêsînor" dewam dikin

El Bab

BAB 

Li herêmên ku bi Operasyona Mertalê Feratê va ji terorê hatin safîkirin, "Kêf û Şahiyên Bêsînor" ên Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî (UMHD) dewam dike.

Di çarçoveya "Kêf û Şahiyên Bêsînor" ên ku UMHD ji bo zarokên mexdûrên şer ên Sûriyeyî li Herêma Mertalê Feratê li dar dixe da zarokên Sûriyeyî kêf dikin.

Ekîbên xwebexş ên UMHDê yên ku ji Tirkiyeyê çûne, ji bo zarokan lîstikên kuçeyan didin leyîstandin, rapêşiyê dikin, fîlman nîşan didin, atolyeyên ceribandin vedikin û pêşbirkan li dar dixin.

Di çarçoveya projeya "Zarokê Biheban" da komeleyê li zarokên ku beşdarî çalakiyê bûne alîkariya kirtasiyeyê bela kir.

Çalakiyan di roja xwe ya 9em da li navçeya Babê rûyê zarokan geş kir.

Beriya Babê li Ezaz, Mare û li bajarokên Burakati, Dabiq, Soran û Çobanbeya ku bi Operasyona Mertalê Feratê va ji terorê hat safîkirin jî di çarçoveya bernameyê da çalakî hatibûn lidarxistin.

Esraya 12 salî ku beşdarî kêf û şahiyan bû, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Xwedê ji Tirkiyeyê razî be. Îro em li vê derê pir kêfxweş kirin. Îro her kes li vê derê pir kêf û şahiyê dike. Ji ber bûyerên ku qewimîn, me qet ev qas kêf û şahî nekiribû."

Bernameyên "Kêf û Şahiya Bêsînor" bi piştgiriya Walîtiya Kilîsê, Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Kilîsê, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê, Şaredariya Korfezê, Şaredariya Esenlerê, Şaredariya Kagithaneyê, Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) û pêşengiya Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî va tên lidarxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.