Abdullah Tel
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê saziyên civakî yên sivîl bi armanca ku alîkariya mirovahî ji Yêmenê ra demildest bê şandin, bang kirin.
Ji Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHH û Platforma Alîkariya Mirovahî ya Şanliurfayê jî endam di nav da endamên saziyên civakî yên sivîl piştî nimêja îniyê li meydana Gola Xelîlurrehman kom bûn.
Serokê Komeleya Alîkariya Mirovahî ya Yedîbaşakê Vedat Savaş li ser navê komê daxuyanî da û bibîr xist ku li Yêmenê çalakiyên di sala 2011yî da dest pê kirin di sala 2014an da cihê xwe ji şer ra hişt.
Savaş got ku ji ber şer û pevçûnan binesaziya bajêr bi tevahî serobin bû û wiha pê da çû: "Di vî şerê hanê da nêzî 30 hezar mirov hatin kuştin. Bi sedhezaran jî ji cih û warê xwe bûn nêzî 8 milyon mirov jî bi xelayê ra ru bi ru ne. Li Yêmenê nexweşî û birçîtî zêde bû. Yê bû bi mirovên mesûm û zarokan bû. Roj tune ku zarok ji birçîna nemirin. Tiştekî ecêbe ku ji bo verastkirina vê rewşê tu welatekî misilman hewl nade. Yêmen jî mîna hemû umeta Îslamê hêviya xwe bi Tirkiyeyê va girêdaye û hewar dike. Ji bilî çend saziyên mirovahiyê alîkariya mirovahî ya ji wir ra tê şandin nagihîje welêt û her diçe jî şandina alîkariyê zehmettir dibe."
Koma ku civiyabû piştî daxuyaniyê tekbîr anîn, druşm berz kirin û belav bûn.