Ji bo xwîşk û birayên xwe bide xwendin êzingan hûr dike û piştgiriyê dide malbatê
Ehmed Ameroyê 13 salî ji bo ku bikaribe xwîşk û birayên xwe bide xwendin di vî emrî da radike bivir û ji bo debara malbatê êzingan hûr dike.
İdlib
Ehmed Ameroyê 13 salî ku tevlî malbata xwe li Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî ji cî û warên xwe bûn niha di konekî da dijîn û ji bo ku bikaribe xwîşk û birayên xwe bide xwendin ew diçe û dixebite.
Ji ber êrîşên rejimê yên li ser Îdlibê malbata Ameroya ji 9 kesan pêk tê reviyan û xwe li Tirkmendaxî ya ser bajarê Lazqiyeyê di konekê da dijîn.
Ehmedê 13 salî ji bo ku bikaribe xwîşk û birayên xwe bide xwendin hê di vî emrî da dest bi xebatê kiriye û dixwaze barê giran ê li ser pişta bavê xwe kêm bike û bi kêrî malbatê bê.
Ew radike bivir berê xwe dide dehlê û ji kesên dixwazin ra êzingan hûr dike û pereyê dikeve dest jî teslîmî dê û bavê xwe dike.
Ehmed Amero daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez dixwazim xwîşk û birayên min ji xwendinê paşve nemînin û ez herroj bi bavê xwe yê nexweş ra diçim nav daristanê û êzingan hûr dikim. Xwezî min jî bixwenda lê derfeta me tuneye.
Di berdewamiya axaftina xwe da Amero destnîşan kir ku ew 7 xwîşk û bira ne û di konekî rizî da dijîn û wiha domand: "Zivistanê av dilop dike. Ez bi tenê dixwazim bila xwîşk û birayên min bixwînin.
- Çar sal e di heman konî da dijîn
Ebû Mihemedê bavê Ehmed destnîşan kir ku wan 5 sal berê ji mecbûrî mala xwe terikandin û wiha pê da çû: "Pereyê di dest me da bû qediya. Em di kon da dijîn. Zivistan hat. Şert û merc zor û zehmet in. Konên me rizyane û 4 sal e em tê da dijîn. Hewa gelekî sar e û ji bo xwe germkirinê jî tiştekî me tuneye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.