Jiyan

Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê

Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê hat dayîn.

Önder Beyter  | 25.02.2021 - Rojanekırın : 25.02.2021
Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê ( Necat Hazar - Anadolu Ajansı )

Van

 Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê kêm ewrayî be.

Li herêma ku germahiya hewayê dê 3 an jî 5 pile zêde be, ba dê ji bakur û rojava nerm û carinan jî nîveqewî rabe, li Gola Wanê jî ji milê rojhilat û bakurê rojhilat cih cihan bi hêza 2-4 kîlometreyî rabe.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Mûşê 4, li Wan û Hekariyê 3 û li Bidlîsê jî sifir pile be.

Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın