Jiyan

Ji bo sêva hundirê wê wekî qalikê wê sor e nîşaneya erdnîgariyê

Sêva ku hundirê wê jî mîna qalikê wê sor e û li Posof a navçeya Erdexanê digihêje bi nîşaneya erdnîgariyê va hat tescîlkirin

Abdullah Tel   | 20.09.2019
Ji bo sêva hundirê wê wekî qalikê wê sor e nîşaneya erdnîgariyê

Ardahan

Sêva ku hundirê wê jî mîna qalikê wê sor e û li Posofa navçeya Erdexanê digihêje ji hêla Saziya Marka û Patentê ya Tirk va bi nîşaneya erdnîgariyê va hat tescîlkirin.

Di salên dawîn da qada ku ev sêv lê hatine danîn her diçe kêm dibe û ji ber vê jî 2 sal û nîv berê ji bo tescîlkirina sêva sipsor xebatan dest pê kiribû.

Bi saya hevkariya Şaredariya Posofê û Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Erdexanê fêkî bi navê "Sêva Posof-Badeleyê" hat tescîlkirin.

Serokê Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Erdexanê Çetîn Demircî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî pitika Damakê û hingivê çîçekan ev berhema sêyemîn e li ser navê Erdexanê tê tescîlkirin.

Demircî destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş in, dixwazin hemû berhemên aîdê Erdexanê ne bidin tescîlkirin û wiha pê da çû: "Ev sêva ku hundir û qalikê wê sor e û hat tescîlkirin ji bo herêma me wê bibe deriyê debarê. Berê nîqaşeke weke ku peqlewaya me ye yan ya Yewnanistanê ye hebû û em ji bo rê ji nîqaşên wiha ra nemîne dixwazin hemû berhemên aîdê Erdexanê ne bidin tescîlkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.