Jiyan

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da li Agiriyê 22 pile hat pîvan

Türkan Tosun  | 16.02.2020 - Rojanekırın : 16.02.2020
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Erzurum

 Ji bo Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê hişyariya qeşa û şepeyê hat kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê ewrayî û perçe ewrayî be, li rojhilat û başûrê Agiriyê û rojhilatê Îdirê heta danê nîvro wê car caran berfê bibare.

Germahiya hewayê wê di navbera 1 û 3 pileyan da zêde be û ji aliyên cuda wê bayê hênik bê.

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da li Agiriyê 22, li Erdexanê 18, li Qersê 17, li Erziromê 13, li Erzincanê 9, li Îdirê jî 7 pile hat pîvan.

Stûriya berfê ya li navendên kaşûnê yên wek Palandokenê 85, Cibiltepeyê 70 û Erganê jî 63 santîmêtro hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Îdirê 8 pile, li Erzincanê 3 pile, li Qersê 0 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 5 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 4 pile, li Erziromê di bin sifirê da 3 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 83, li Erganê 71 û li Cibiltepeyê 70 santêm hat pîvan.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo qeşa û şepeyê baldar bin û bê tevdîr nemînin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.