Jiyan

Ji bo Marmara, Egeya Navîn, Behra Reş a Navîn û bakurê Rojhilatê Anadoluyê texmîna mijê

Arife Yıldız Ünal   | 20.10.2021
Ji bo Marmara, Egeya Navîn, Behra Reş a Navîn û bakurê Rojhilatê Anadoluyê texmîna mijê

Ankara

 Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku ji bo tevahiya welêt sibê baran nayê payîn.

Tê texmînkirin ku li peravên Behra Reş a Rojhilat û Navîn, rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê hewayê ewrsayî be, li herêmên din ewrsayî û sayî be.

Li gor texmînan bi şev û şeveqan li Marmara, Egeya Navîn, herêmên navîn ên Behra Reş û bakurê Rojhilatê Anadoluyê mijê bikeve.

Ji bo behran jî ba û bager nayê texmînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın