Jiyan

Ji bo ku ji merivên xwe xeberê bistînin derdikevin serê giran

Li Agiriyê li gundên ku şebekeya GSMê nakişîne, mezinên malan ên ku dixwazin xeberê ji eqrebayên xwe ra bişînin, her roj ciwanan dişînin serê girên bilind ku li eqrebayan bigerin

Önder Beyter  | 02.10.2019 - Rojanekırın : 04.10.2019
Ji bo ku ji merivên xwe xeberê bistînin derdikevin serê giran

Ağrı

 Li Agiriyê li gundên ku şebekeya GSMê nakişîne, mezinên malan ên ku dixwazin xeberê ji eqrebayên xwe ra bişînin, her roj ciwanan dişînin serê girên bilind ku li eqrebayan bigerin. Ev ciwan jî her roj derdikevin serê kir û keloşkan da ku hem li eqrebayan û hem jî li destgirtiyên xwe bigerin.

Xelkê goma Kurekliyê ku ji 3 xane û 30 nifûsî pêk tê û li ser gundê Tanriverdi yê 12 kîlometre dûrî navçeya Taşliçayê ye û herwiha dikeve geliyekî kûr û asê, ji ber ku şebekeya şirketên GSMê baş nakişîne, di xeberdana têlefonan da gelekî zehmetiyê dikişînin.

Goma ku di heman demê da tirbeya Şêx Mistefa el-Arwasî ku li herêmê kesayetekî naskirî ye lê ye, dawiya hefteyê di serî da roj ji aliyê gelek kesî va tê ziyaretkirin.

Li goma ku di geliyekî kûr da li kêleka çem hatiye avakirin, ji ber ku xetên GSMê baş nakişînin, xelkê gomê û welatiyên tên ziyareta tirbeyê ji bo ku bi têlefonê bi eqrebayên xwe ra xeber bidin, derdikevin serê çiyayan.

Welatiyên vê gomê yên ku ji ber derketina serê kir û keloşkan bêzar bûne, dixwazin li goma wan trafoyeke şebekeyê were çêkirin.

Dîsa ciwanên gundê Uçarkayaya li ser navendê jî ji ber ku li gundê wan şebeke baş nakişîne û ew di têlefonê da hevdu rind serwext nakin, her roj ji aliyê mezinên malan ji bo girên bilind tên şandin ku biçin têlefonî eqrebayan bikin.

- "Ji bo ku em bi têlefonê biaxivin em derdikevin serê çiya"

Mixtarê gundê Uçarkayayê Cemîl Saridogan ku li mala wî têlefon heye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji ber ku li mala wî têlefona bêtêl heye, gelek gundî dixwazin pê xeber bidin û lewma jî hin caran firsenda wî çênabe ku ew bi xwe bi eqrebayên xwe ra xeber bide û wiha dewam kir:

"Li gundê me 50 mal û 600 nifûs hene. Ji bo ku em bi têlefona mobîl xeber bidin, em 2 kîlometre rê diçin û derdikevin serê girên bilind û wisa xeber didin. Welatî carinan jî ji bo ku bi têlefonê xeber bidin, li ber derê me dikevin dorê. Helbet kalemêr û pîrejin nikarin derkevin serê girên bilind û bi têlefonê xeber bidin û lewma jî ciwanan dişînin. Li vî gundî îşê ciwanan dijwar e. Yên destgirî hene, yên esker hene. Bi rastî jî zehmet e. Ava me, rêya me û ceyrana me pir baş e. Lêbelê înternet û têlefon nakişîne."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın