Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 26 Îlon 2023
Li Tilloya navçeya Sêrtê 259 sal berê Şêx Îbrahîm Heqî pergaleke roniyê çêkir ku bi saya vê pergalê tîrêjên rojê qebra seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah ronî dike. Welatiyên ku seba vê yekê civiyabûn, ronîbûna qebrê temaşe kir.
Di hîmayeya Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya da Qaymeqamtiya Tilloyê û Şaredariya Tilloyê li meydana navçeyê bername li dar xist. Bernameyê bi tîlaweta Qur'anê û îlahiyan va dest pê kir û welatiyan jî eleqe nîşanî bernameyê da.
UNESCOyê di sala 2015an da Tirbeya Îsmaîl Feqîrullahê seydayê Şêx Îbrahîm Heqî kir Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê. Li gor tê gotin piştî ku Feqîrullah wefat kir, Şêx Îbrahîm Heqî got "Tava ku li ber serê seydayê min nexe, ez çi ji wê tavê bikim?" û 259 sal berê ev tirbe wisa da çêkirin ku di salê da du caran tav li ber serê seydayê wî bide.
Beşdaran bi hilhatina rojê ra hedîseya ku di saet 06.19an da ji bo 5 deqîqeyan dewam dike li meydana navçeyê di ekranê qerase da temaşe kir.
- Hedîseya roniyê
Şêx Îbrahîm Heqî piştî ku seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah di sala 1734an da wefat dike, tirbeyeke ku quleyek li teniştê ye çêdike. Li girê ku 2,5 kîlomêtro dûrî turbeyê ye jî ji keviran dîwarekî çêdike.
Di pergalê da her sal di 21ê adarê û 23yê îlonê da tîrêjên rojê ji şibaka ku di dîwêr da heye, li eynika li quleyê dixe, tîrêjên rojê dişkên û ji şibakê şewqa tîrêjan li turbeyê û ji wir jî li kêlikê qebra Îsmaîl Faqîrullah dixin. Di salê 1960î da pergal di restorasyonê da xera bû û di sala 2011an da bi destê zanyarên ji zanîngehên curbicur dîsa hat çêkirin.