Jiyan

Ji bo Hekariyê hişyariya berfa gur hat dayîn

Meteorolojiyê ji bo Hekariyê hişyariya berfa gur da.

Elif Irmak   | 04.03.2021
Ji bo Hekariyê hişyariya berfa gur hat dayîn ( Emre Ilıkan - Anadolu Ajansı )

Van

 Meteorolojiyê ji bo Hekariyê hişyariya berfa gur da.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa dê parçe û pir ewrawî be. Li Bidlîs, Wan û Hekariyê û hawirdora wab şilope û car carna jî berf bibare.

Li herêmê tê payîn ku şilî li Hekariyê car carna gur be û qeşa û cemed û sibehê zû û nîvê şevê cî bi cî mij û bûsî çêbe.

Ba dê ji aliyê bakur û rojhilat va nerm car carna jî nîveqewî bê, li Gola Wanê jî di hêza 3 yan 5an da bê.

Tê texmînkirin ku ji bo navendên bajêr germahiya herî zêde li Wanê 6, Li Hekariyê 5, li Mûşê 4 û li Bidlîsê 3 pile be.

Li herêmê hember xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û divê welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın