Jiyan

Ji bo aşê avê li ser piyan bimîne hewl dide

Abdullah Söylemez   | 26.10.2021
Ji bo aşê avê li ser piyan bimîne hewl dide

Ağrı

Haci Yaşarê 66 salî yê li Giyadîna navçeya Agiriyê dijî 25 sal e li aşê avê yê mîrata bavê wî ye ceh û genimê gel dihêrîne.

Haci Yaşarê li Yildiza gundê 16 kîlomêtro li dûrî navenda navçeyê bi rêncberî û heywandariyê nanê xwe qezenc dike 25 sal e li aşê avê yê mîrata bavê xwe xweyî derdikeve.

Yaşar her roj peyatî diçe aşê li rexê çêm hatiye avakirin. Havînan piştî ku zevî tên çinîn Yaşar helqa avê temîr dike û kevirê aş digerîne.

Yaşar li vê derê ceh û genimê gundiyan dihêrîne û ji gel ra xizmetê dike.

Yaşar ligel teknolojiya pêşketî meslegê ji bavê xwe hîn bûye li aşê avê didomîne û karê xwe bi dilhezî dike.

Yaşar her roj li aş dixebite genim dihêre dixe ar û hewl dide ku aşê avê ji nifşên nû ra bihêle. Li ber deriyê aş jî wiha hatiye nivîsandin: "Xwediyê mal xwediyê milk, kanê xwediyê vê derê yê ewil, mal jî derew e milk jî derew e, hinekî tu xwe lê egle bike."

- Aş 71 sal e xizmetê dide gelê herêmê

Haci Yaşar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku aş di sala 1950yî da hat avakirin û ji wê rojê vir da kevirê aş digere.

Yaşar destnîşan kir ku dîwarê aş ji kevir hatiye avakirin û ser aş jî bi xweliyê hatiye girtin û wiha pê da çû:

Aş ji bavê min ma. Di zaroktiya xwe da ez dihatim aş û min aliyê bavê xwe dikir. Ji zaroktiya min vir da emrê li vê derê derbas bû. Berê hema bêje li her gundî aş hebû, bi derketina fabirqeyên ar va piraniya aşan hat girtin. Niha li gundên der û dorê û Giyadînê bi tenê aşê min ma. Li aş ceh û genim gelekî rind tê hêran. Arê vê derê ji ber ku bi kapeka xwe tê hêran ji bo roviyan gelekî kêr tê. Ji ber ku bi tenê aşê me ma her kes tê vê derê."

Yaşar diyar kir ku karê aşvaniyê gelekî bi zihmet e û bi zora milan tê kirin û wiha axivî:

"Ev yadîgara bavê min e, dixwazim piştî ku bimrim zarokên min vê derê bixebitînin. Her roj kîlomêtreyekê dimeşim û tême vê derê. Em naxwazin aşê me were girtin. Bi îzna Xwedê em ê her tim aşê xwe bixebitînin. Dibê ser aş were temîrkirin. Di destê min da tune ji ber vê li benda alîkariya dewletê em ser aş çatî bikim. Welatî dibêjin 'apo tu aş bixebitîne em ê her tim werin vê derê'. Ji bo gerandina kevirê aş ava zêde lazim dike."

Abdurrahîm Yaşarê gundî jî diyar kir ku nanê ji arê aşê avê tê petandin gelekî bi tehm e, ji bo vê genimê xwe li vê derê dihêrînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın