
Van
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya qeşa, cemed û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be û li Hekarî û derdora wê bi navber berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê kêmtir be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde di binê sifirê da li Wanê 5, li Hekariyê 6, li Bidlîs û Mûşê 7 pile tê payîn.
Li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn. Her wiha ji ber ku rîska rabûna şepeyê jî heye divê welatî seba pal û berpalan baldar bibin û tevdîra xwe hildin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.