Jiyan

Ji binê erdê hetanî ser sifreyê rêwîtiya "Xoya Pulumurê"

Sidar Can Eren   | 14.09.2021
Ji binê erdê hetanî ser sifreyê rêwîtiya "Xoya Pulumurê"

Tunceli

Xoya kecir a ji hewzên li Pulumura navçeya Tunceliyê tê derxistin li nav û dervayê welêt tê firotin.

Li bajêr çêre zêde ye, zevî jî bi ber û bereket in ji bo vê jî heywandarî gelekî pêş ketiye. Di van salên dawîn da bi piştgiriya dewletê hilberîna gûz, hingiv û tûyê jî zêde dibe.

Li Ovacixê fasulye, nok û barbunya, li Mazgirtê sebze û mêwe, li Pertek û Çemîşgezekê jî ceh û genim, tû û gûz tên hilberîn.

Li Pulumurê jî xêncî hingiv xoya kevir a bi rê û rêberên berê tê derxistin balê dikişîne. Gelê herêmê bi derxistina xoyê debara xwe dike.

Hilberînerên li karxaneya xoyê ya li Goma Goneliyê ya 10 kîlomêtro li dûrî navenda Pulumurê dixebitin jî bi salan e nanê xwe ji xoya bi ava kaniyê derdixin va qezenc dikin.

- Ava şor a ji binê erdê derdikeve di depoyan da tê komkirin

Hilberîner sondajê li herêmên ku ava binê erdê xoya kevir dihelîne û derdikeve dixin, ava şor di bîr û bendan da kom dikin.

Hilberîner bi motora avê va ava di bîr û bendan da dikişînin hewzên li ser rûyê erdê. Bi saya vê va xoya di nav avê da di binê avê da dimîne av bi ser dikeve û xoy û av ji hev derdikevin.

Çend roj şûnda hilberîner ava hewzê dikişînin hewzên din li ber tavê av wekî hilmê dikişe diçe û xoy li erdê dimîne.

Kêm û zêde hefteyekê şûnda av êdî hema bêja namîne xoy parçe parçe li erdê kom dibe û hilberîner vê xoyê bi mer û bêran va kom dikin.

- Xoya Pulumurê eleqeyeke mezin dibîne

Xoya ku êdî di nav da av namîne sipî dibe û karker xoyê dixin tûrên 5 kîloyî wisa tê firotin.

Erdal Uludagê li Goneliyê wekî karker dixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Goneliyê bi salan e li gor rêk û pêkên berê xoy tê derxistin.

Uludag destnîşan kir ku ji ber hişkahiyê hilberîna xoy jî kêm bû û wiha axivî: "Hişkahî heye ji ber vê ava binê erdê jî vedikişe. Em berê li vê derê 6 kes dixebitîn. Niha ji ber kê ber û bereket kêm e 2 kes dixebitin. Hetanî niha 100 ton xoy yan derket yan derneket. Salên berê di salê da 300-350 ton xoy derdiket. Tu tiştekî kîmyewî navêjin nav xoyê, tebiî ye."

Gundogan Çagê ji vê derê xoyê kirî jî got xoya Pulumurê bi rê û rêbazên tebiî tê derxistin.

Gundogan got ku xoya erdê kêrî siheta merivan tê û wiha pê da çû: "Tehmeke xweş dide xwarinan, ez pêşniyazî her kesî dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın