Jiyan

Ji ber ku zivistan nêzîk dibe hilberîna xoyê jî zêde dibe

Cüneyt Çelik  | 12.10.2021 - Rojanekırın : 14.10.2021
Ji ber ku zivistan nêzîk dibe hilberîna xoyê jî zêde dibe

Kars

Di kana xoyê ya li Qaxizmana navçeya Qersê hilberîna xoyê zêde bû.

Li herêma Rohjilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku zêde berf dibare û qeşa çêdibe xoy li ser rê û dirban tê reşandin ku welatî bi rehetî herin û bên.

Li herêmê hewa sar bû ûli cihên bilind jî berfê dest pê kir.

Ji ber vê di kana xoyê ya li navçeya Qaxizmanê jî hilberîna xoyê zêde bû.

Di kana xoyê da salê 400 hezar ton xoy derdikeve ku ji vê 100 hezar ton zivistanê ji bo vekirina rê û helandina qeşayê tê bikaranîn. Ya mayîn jî ji bo xwarin û xurek, qada pîşesaziyê û heywandariyê da tê bikaranîn.

- "Xoyê ji bo helandina berf û qeşayê û heywanan tê bikaranîn"

Mehmet Tahir Ozbekê Midûrê Kanê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyan ji ber ku zivistan nêzîk dibe hilberîna xoyê du qat zêde bûye û wiha axivî: "Em xoyê dişînin herêmên Rohjilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê. Xoyê bi taybetî ji bo helandina berf û qeşayê û heywanan tê bikaranîn."

Ozbek behsa derxistin û veşartina xoyê kir û wiha dewam kir: "Em li vir makîneya tunelê bi kar tînin. Em teqîna ku di kanê da çêbibe kêm dikin û bi saya makîneya tunelvekirinê qadeke qasî 5 mêtroyan vedikin ku ev ji bo tenduristî û ewlehiya kar girîng e."

Ozbek anî ziman xoya ku li vir tê derxistin ji hêla mîneralê va dewlemend e û ji bo nexweşiyên dil, damar û tansiyonê dikare bê bikaranîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın