Jiyan

Ji ber ku ji ber barîna berfê rê hat girtin bi hespê xwe çû miayeneyê

Li Darendeya navçeya Meletiyê ji ber ku ji ber barîna berfê rê hat girtin, kesek bi hespê ji mala xwe ya ku 20 kîlometre dûrî nexweşxaneyê ye, çû miayeneyê.

Önder Beyter  | 13.02.2020 - Rojanekırın : 18.02.2020
Ji ber ku ji ber barîna berfê rê hat girtin bi hespê xwe çû miayeneyê

Malatya

 Li Darendeya navçeya Meletiyê ji ber ku ji ber barîna berfê rê hat girtin, kesek bi hespê ji mala xwe ya ku 20 kîlometre dûrî nexweşxaneyê ye, çû miayeneyê.

Yunus Emre Oruçê 19 salî ku li Taxa Sayfiyeyê rûdinê û enfeksiyon di qirik û gewriya wî da heye, ji bo miayeneyê xwest biçe nexweşxaneyê.

Oruç ji ber ku ji ber barîna berfê rê hat girtin, biryar da ku bi hespê biçe nexweşxaneya li navenda navçeyê. Îja Oruç rabû li hespa xwe siwar bû û çû nexweşxaneya ku 20 kîlometre dûrî mala wî ye.

Welatiyên dîtin ku mirovek li ser hespê hat Servîsa Bilez a Nexweşxaneya Hulusî Efendî, şaş û metel man.

Oruç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji ber ku wesayîta wî nexebitî, lewma ew jî neçar ma ku bi hespê were nexweşxaneyê.

Oruç diyar kir ku nexweşiya wî ya enfeksiyona qirik û gewriyê heye û wiha dewam kir, "Gundê me ji ber ku li çil û çiya ye, rêya wê ji ber berfê hat girtin. Divê ez jî bihatama nexweşxaneyê û lewma ez bi hespê hatim. Yên li nexweşxaneyê jî cara ewil tiştekî wiha dîtin û lewma şaş û metel man. Piştî miayeneyê ez ê dermanê xwe bikirim û berê xwe bidim gund."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın