Masîkefalên ji ber ku asta avê zêde bû demeke neduxiyan, piştî ku asta avê ya çeman kêm bû dîsa derketin holê.
Masîkefalên di Gola Wanê da dijîn û dema lihevzêdebûnê ya di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê koçî avên şêrîn dikin, ji ber ku asta ava çeman zêde bû, di binê avê da koç dikirin.
Lê piştî ku asta ava çeman kêm bû, ew dîsa derketin holê ku koça wan a li çemê Delîçayê ya li navçeya Erdîşê hat temaşekirin.
Wênekêş û ziyaretvanên ku tên Parka Siruştê ya Masîkefalan koça masiyan temaşe dikin.
Ferzende Coşarê ku wêneyên siruştê dikşîne ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand masîkefal her sal ji bo lihevzêdebûnê ber bi çeman va diçin û ew jî wêneyên wan dikşînin.