Jiyan

Ji ber berf û seqemê jiyana li Rojhilatê Anadoluyê zehmete

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku dibare li Qers û Îdirê tesîreke neyînî li ser jiyanê kir

Türkan Tosun   | 20.02.2020
Ji ber berf û seqemê jiyana li Rojhilatê Anadoluyê zehmete

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku dibare li Qers û Îdirê tesîreke neyînî li ser jiyanê kir

Li Qersê berfê şev dest pê kir û li cihên bilind her ku çû zêde kir.

Ji ber berfê şofêran zehmetî kişand.

Tîmên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejayê berfê paqij dikin.

Li Îdirê jî li cihên bilind ji ber ku berf zêde barî kesên heywandariyê dikin zehmetî kişandin.

Li bajêr kanî qerisîn, li banê avahiyan şembelûk çêbûn, hin heywanên kovî jî ji bo xwarinê peyda bikin daketîn bajêr.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî ba wê rabe.

Li Îdirê li cihên bilind şilopeyê çêbibe.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Îdirê 3 pile, li Tunceliyê pileyek, li Erzirom û Erdexanê di binê sifirê da 7 pile, li Agiriyê di binê sifirê da 6 pile, li Erzingan û Qersê jî di binê sifirê da 4 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Tuncelî û Erzinganê 8 pile, li Îdirê 7 pile, li Qersê 4 pile, li Erdexan û Erziromê 3 pile, li Agiriyê jî 2 pile be.

Qalindahiya berfê ya li Agiriyê 32, li Erziromê 9, li Erzingan û Qersê 6, li Erdexanê jî 5 santêm hat pîvan.

Li navendên şiqitandinê yên wek Palandokenê 72, Sariqamîşê 65 û Erganê jî 64 santîmêtro hat pîvan.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo qeşa û şepeyê baldar bin û bê tevdîr nemînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın