Jiyan

Hingivê Perwariyê li Zozanê Çobanorenê tê bidestxistin

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 24.08.2022
Hingivê Perwariyê li Zozanê Çobanorenê tê bidestxistin

Siirt

 Li Sêrtê hingivê Perwariyê yê biqalîte ye li Zozana Çobanorenê ya ku bilindahiya wê hezar û 700 mêtro ye tê bidestxistin.

Cotkarên 19 sal berê ji Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan belgeya îşaretê ya erdnigariyê hildan li Zozanê Çemîkariyê ya li quntara Çiyayê Herekolê ye, li Zozanê Çobanorenê ya li navçeya Perwariyê û li zozanên navçeya Şîrwanê kedeke mezin didin ku hingiv bi dest bixin.

- "Debara me ji hingivê ye"

Muhammed Haşim Acarê karê hingivê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hingivê Perwariyê bi zehmetî tê bidestxsin.

Acar got 100 kewarên wî hene, ew 4 meh berê hatine Zozanê Çobanorenê û wiha axivî: "Kalikê min vî karî dikir. Ez ji bavê xwe hîn bûm û didomînim. Em hingivê xwe dişînin li çar aliyê Tirkiyeyê û gelek welatan. Debara me ji hingivê ye."

- "Hingivê me li zozanê şêrîn dibe"

Mehmet Koyuncu jî got zozanê ku hewaya wê hênîk e ji hêla nebatan va gelekî dewlemend e.

Koyuncu wiha axivî: "Me 4 meh berê kewarên xwe anî vir. Niha hingivê me li vir şêrîn dibe. Em ê di meha mijdarê da berhev bikin. Hingivê Perwariyê hingivekî organîk e û em pêşniyazê her kesî dikin."

- "Ji tahma xwe diyar dibe"

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingivê ya Sêrtê Mehmet Nezîr Çetîn jî got ew vî karê ji kal û bavan ji wan ra maye didomînin.

Çetîn anî ziman ku ew ji ber germê tên zozanan û wiha axivî: "Ji ber ku hewa germ bû rûtubet çênebû. Dema çênebe jî em bendê ne ku rekolteya me kêm be. Hingivê Perwariyê jixwe wek qalîte hatiye tescîlkirin. Li tu herêmekî hingivekî wiha tune. Tehm û rengê wê ji hingivên din cudatir e. Li ku be ji tahma xwe diyar dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın